Keneda Dê 23 Welatiyên Xwe Yên Daişê ji Sûriyê Vegerîne

Kampa Hol li Sûriyê

Karbidest û parêzerekî roja Înê got, Keneda dê 23 welatiyên xwe yên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê li kampên endamên malbatên çekdarên Daişê hatine girtin, vegerîneve welat.

Bo Kenedayê eve mezintirîn vegerandina endamên malbatên Daişê ye, û piştî ku malbatan di dadgehê de nerazîbûn li hikûmetê kirin, ku Ottawa neçar e wan vegerîne, li gorî Peymana Kenedayê ya Maf û Azadiyan.

Roja Înê, wezareta derve biryara xwe ya vegerandina şeş jinên Kenedî û 13 zarokan ragihand. Û paşî dadgehê biryar da ku çar zilamên ku dixwazin vegerin welatê xwe wekî beşek ji kesên ku divê vegerin Kenedayê hejmartin, li gorîparêzer Barbara Jackman, ku nûnertiya yek ji zilaman dike.

Jackman di derbarê biryara dadgehê de got, "ez li gel dê û bavan peyvîm, ew bi rastî gelek kêfxweş in," û got ku dadwer daxwaz kir ku zilam di demeke zû de werin vegerandin."

Wezareta derve di daxuyaniyekê de got, “ silametî û ewlehiya Kenedîyan pêşîneya sereke ya hikûmeta me ye."

Ta niha hikûmeta Justin Trudeau doz bi doz kar digel malbatên girtî yên Daişê kiriye û di çar salan de tenê çend jin û zarok hatine vegerandin.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch), ji dema wêrankirina "xîlafeta" bi navê Dewleta Îslamî li seranserî Sûriyê û Iraqê di sala 2019an de, zêdetirî 42,400 mezin û zarokên biyanî yên ku tê gotin wan peywendî bil grûpa Dewleta Îslamî re hene li kempên Sûriyê hatine girtin

Vegerandina wan ji bo gelek welatan mijareke pir hestiyar e, lê komên mafên mirovan tedkirina wan welatan ya vegerandina welatiyên xwe ji kampên, ku piraniya wan di destê Kurdên Sûriyê de ne, şermezar dikin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan got ku derdora 30 welatiyên Kenedî, di nav wan de 10 zarok, li kampan mane.

Farida Deif, seroka komê li Kenedayê, got ku wezareta Karûbarên Cîhanî ya Kanada hejmarek ji wan bi nameyê agahdar kirine ku ew amadekariyên vegerandinê pêk tînin.

Desthilatdaran negot ka dê kengî ew 19 kes hêne Kenedayê an jî ka dê kes ji wan rûbirûyê dozên qanûnî bibe ji ber girêdana wan bi Dewleta Islamî re. Cotmeha borî Kanada du jin û du zarok ji Sûriyê vegerandin.

Di sala 2020an de, Ottawa rê da vegerandina keçeka sêwî ya pênc salî ji Sûriyê, piştî ku mamê wê li dijî hukûmeta Kanadayê dest bi dozeke yasayî kir.

Çavkanî: AFP