Li Virginia di Bûyerek Trafîkê de 63 Tirombêl Lihev Dixin

Williamsburg - Virginia

Berpirsên eyaleta Virgina dan zanîn ku di bûyera trafîkê de ya roja Yekşemê serê sibê pêkhatî bûye sedema lihev ketina 63 Tirombêlan û birîndar bûna herî kêm ya 51 kesan, birînên wan di navbera birîndarbûna sivîk û giran de ne.

Bûyera trafîkê li ser cada giştî ya I-64 pêkhatîye li nêzîk Williamsburg, polîsê eyaleta Virginia bûyer piştrast kir.

Di pres konferansekê de polîs Michelle Anaya got, sedema pêkhatina bûyerê cade ya cemidî bû û mij û mûranê herêm dapoşî bû, rê baş nedihat dîtin, ev bûye sedem ku bûyer biqewim e.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Virginia di Bûyerek Trafêkê de 63 Trombêl Lihev Dixin