Wezîrê Berevaniya Brîtanya Ben Wallace roja Pêncşemê got, Brîtanya mûşekên Kruzê yên dûrhavêj dişîne bo Ukraynayê da ku alîkariya wê bike li dijî êrîşa Rûsyayê.
Rêkirina mûşekên Storm Shadow, bi menzîla 250 kîlometran, yekem rêkirina çekên bi vî rengî ye ku Kyiv demek dirêj e ji hevalbendên xwe yên Rojavayî dixwaze.
Wallace gote qanûndanerên Civata Giştî ku ev mûşek "nûke diçin bo Ukraynayê an jî li Ukraynayê bi xwe ne" lê negot ka çend mûşek hatine şandin.
Çapemeniya Brîtanî ragihand ku ev mûşek dê şîyanê bide Ukraynayê ku armancên pişt xetên enîya şerî bixe, di nav de li Kirima dagirkirî ya ku Rûsyayê, di sala 2014an de dagir kirî. Rapor dibêjin ku Ukrayna soz daye ku ew wan mûşekan ji bo êrişa ser axa Rûsyayê bi xwe bikar naîne.
Wallace got ku ew mûşek dê dijî hêzên Rûsyayê yên li "ser erdê serweriya Ukraynayê" bihên bikar anîn. Wî piştgirîya Brîtanyayê ji bo Ukraynayê wekî "bi berpirsiyar, birêkûpêk, hevrêz û çalak binav kir. Wî herwiha got dema Rusya sivîlan dikuje em xwe nadin paş."
Jêder: AP