Kargeha Navokî ya Buşehr li Îranê Piştî Hefteyan Dîsa Vebû

Rêvebirê kargeha navokî ya Îran Bûşehr, ragihand ku kargeh piştî girtina du hefteyan, dîsa vebû.

Girtina kargeha navokî bo dû hefteyan guman bir li ser kargehê, ji ber ku, ew bo çakkirine hatibû girtin.

Cigîre serokê Dezgeha Enerjîya Atomî ya Îranê Mahmûd Cafêrî, ji ajansa nûçeyan ya ISNAre got ku, kargeha Bûşehr û 1000 megawatt reaktorê wê ya li başûrê Îran ji ber pirsgekekê teknîkî hatibû girtin û niha hatiye dûrist kirin.

Wî got bi wî awayî, peyda kirina enerjî roja Yekşemê berdevam kir û han da xelkê Îranê, ku di germa zêde ya havîne ya rojên bê de, kehrîbeyê kêm bikarbinin, ku alîkarîya kargeha Komara Îslamîyê bikin.

Kargeha Bûşehr ji alîye Rûsyayê ve hat çekirin û di Îlonê ya sala 2013’an de, bi fermî radesttî Iranê hat kirin.

Kompanî yên Îran û Rusya, di sala 2016’an de li ser du rêaktorên din, destpê kar kirin, ku te çaverekirin, çekirina we, wê 10 salan bikşîne.

Di 20’ê Heziranê de, Dezgeha Enerjîya Atomî ya Îran sedema sekînandina kargeha navokî “pirsgirekekê teknîkî” bi nav kir.

Herwiha Dezgeh got rojekê berê ya girtinê Wezerata Enerjî hatiye agahdar kirin. Le du roj paşe we ji got, pirsgirek di belavkirina kehrîbeyê de çebûye û behtir agahî neda.

Le, Wezerata Derveyê Îran di heman demê de got ku sekinandina kargeh rûtîn e ku di salê de carekê yan ji du caran tê kirin.

Bi sekinandina kargeha Bûşehr, metirsîya qûtbûnekê xerabtir ya kehrîbeyê derxist holê- ku ew demekeyê Îran dibeje ji ber germ û beavîye, bandoreke mezin li ser kargehên hîdro-elektrikê çedibe û ew ji hevcedarîya kehrîbeyê zêde dike.

Qutkirina kehrîbe di havînên germ yên Îranê de ne tişteke bêhempaye, bi taybet di dema zêde bikaranîna klîmayê de.

Bi alîyê din ve, raporta hîkûmetê ya meha Gulanê da zanîn ku kapasîteya hêza avê ya Îran ji ber kêmbaranî bandor dîtiye û ew jî dibe sedema kêmbûna avê bo ew salê.