Di Encama Peqînekê de Gardîyanekî Zindanê Mir, 4 jî Birîndan Bûn

Bajarê Bursa (Arşîv)

Îro Çarşemê sere sibê li taxa Orhangazî ya Bursa ya Tirkîyê, di dema derbazbûna otobusa nobedarên zindanê anku gardîyan de peqînek çêbû û li gor pêzanînên fermî gardîyanek hate kuştin, 4 gardîyan jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku peqemenîya ku bi destan hatiye çêkirin bûye sedema peqînê.

Piştî peqînê ambulans û hêzên rizgarkirinê birîndar ji cîhê bûyerê birin nexweşxaneyan.

“Texmîn ew e ku peqîn bi rêya bombeyeke destçêkirî û ji dûrve hatiye kirin. Li otobusê nêzî 30 kes hebûn. Mixabin karmendekî zindanê canê xwe ji dest da. Yek ji wan giran, 4 birîndarên me hene.” Walîyê Bursayê Yakup Canbolat got.

Wî bi berdewamî anî ziman ku Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Dadê ji nêz ve bûyerê dişopînin û dê serdana bajêr bikin.

Ji alîyekî din ve, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku jibo girtina berpirsên wê kiryarê xebatê wan berdewam dike.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_4_20_22_Peqina_Bursa