Serokê Burma Thein Pesna Guherînên li Welatê Xwe Dide

Serokê Burmayî Thein Sein dibêje, welatê wî guhertinên bedew borandine, li heman demê ku hikûmeta wê ya bi piştgirîya leşkerîyê heweskar e ku reformên demokratîk bike.

Thein Sein do gotara xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de îro Pêncşemê got, welatê wî lêxweşbûna giştî daye girtîyên sîyasî, sansura se rmedyayê rakirîye û rê li ber gel vedike ku beştarî li prosesa sîyasî bike.

Birêz Sein herwiha got, Burma desthilata totalîter ya bi dehan salan li paş xwe dihêle û sîstema cihûbûna hêzên desthilatê bicîh dike.

Serokê Burmayî Thein Sein, rêbera opozîsyonê ya Burmayî Aung San Suu Kyi ji pîroz kir ku xelata demokrasîyê ji Kongresa Amerîkî wergirt, jibo ked û xizmetên wê yên xurtkirina demokrasîyê.