Buldan: Emê Ser Dîyarkirina Berbijarê Serokomarîyê Jinûve Danûstandinê Bikin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna partîya xwe ya parlmanê de ser berbijarê serokomarîyê axifî.

Buldan, berbijarê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu pîroz kir û dîyar kir ku bo wan ya girîng berpirsîya wan ya bo gel e.

‘’Emê di rojên pêş de ser destnîşankirina berbijarê serokomarîyê jinûve danûstandinan bikin. Emê hemî planên sîyasî têk bibin û hêvîyan geş bikin," Buldan got.

Partîyên muxalefeta Tirkîyê yên li dora Tifaqa Milet kom bûne bo serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu nîşan didin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar do Duşemê piştî eşkerebûna berbijarîya Kiliçdaroglu bang li wî kir ku bi wan re danûstandinê bike.

HDP û hin partîyên din yên çep li Tifaqa Ked û Azadîyê kom bûne.

Jêder: Twitter, HDP