Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partîya xwe de parlamenê de bal kişand ser rewişa Efrînê.
Buldan dîyar kir ku Efrîn di bin kontrola Tirkîyê de ye, lê piştî erdhejê ji wir agahîyên zelal nayên.
‘’Derîyên Efrînê divê demûdest bo sazîyên serbixwe û pêbawer yên alîkarîyê werin vekirin. Divê medya û rêxistinên çavdêrîyê jî serbestî herin Efrînê."
Hevseroka HDP’ê ser rewişa li herêmên erdhejê desthilta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rexne kir ku li herêmên erdhejê heta niha jî kêşeyên destavan didomin û kêşeyên saxlemîyê roj bi roj zêde dibin.
Buldan da zanîn ku li herêma erdhejê hîn di bin kavilan de term hene, loma jî divê divê xebatên ser rakirina kavilan werin rawestandin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Duşemê li Semsûrê gotibû ku şert û mercên dervayê wan derfet nedabû ku ew di rojên pêşîn yên felaketê de wek wan xwestî bixebitin.
Erdogan ji Semsûrîyan xwestibû ku heqên xwe li wî helal bikin û gotibû ku ewê bo çareserkirina kêşeyan bixebitin.
Jêder: VOA, HDP, Twitter