Brîtanya Dibêje li Donbas û Kherson 'Şerê Bê Encam' Didome

Dîmeneke hêzên Ukraynî li Herêma Donbas, Ukrayna, 18 Tîrmeh 2022.

Îstixbarata leşkerî ya Brîtanya îro Duşemê ragihand ku şer û pevçûnên bê encam li herêmên Donbas û Kherson yên li rojhilata Ukrayna berdewam dikin.

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya li ser Twitterê dîyar kir ku fermandarên Rûsî di vê qonaxê de rûbirûyê dubendîyekê ne ; gelo çavkanîyên xwe bo êrîşa Rûsya ya li rojhilat bi kar bînin, yan jî berevanîyê li rojava xurt bikin.

Wezaretê herwiha da zanîn ku ku îstixbarata Brîtanî di 18’ê Tîrmehê navendeke tamîrkirin û nûjenkirina meşînên leşkerî yên Rûsî tespît kirine, li nêzî Barvinok ya li herêma Belgorod, Rûsya ku 10 kîlometre dûrî sînorê Ukrayna ye.

"Herî kêm 300 meşînên xirabûyî hebûn, di nav wan de tankên sereke yên şer, bo veguhestina leşkeran meşînên zirxî û herwiha kamyonên bo piştgirîya giştî ," îstixbarata Brîtanî got.