Roja Sêşemê 22î Adarê, li bajarê Bruksel, paytexta Belcîka ku, weke paytexta Yekêtiya Ewrupa û weke bingehê NATO û Parlemanê Ewrupa tê naskirin, êrîşên xwekujî li hind ciyên hesas pêkhatin.
Di encama van êrîşan de, nêzîkî 34 kes hatin kuştin û 200 kes birîndar bûn.
Peqînên Bruksel pêkhatin piştî gomanbar Selah Eduselam li Bruksel hatî girtin ku, weke kesekî giring yê rêxistiyê êrîşên Parîsê yên sala par 13 Teşrînê de rûdayin, tê dîtin.
Derheqa van peqînan de, pişka kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel Şirovekar û rojnamevan Hoşeng Osê encam da.
Birêz Osê li welatê Belcîka dimîne û liser rewşa teror û siyaseta desthiladarên weke Sûriyê, Tirkiye û herêmên Kurdan nivêsandine, li ser peqînên Bruksel, Osê dibêje, divê Amerîka û Ewrupa giran biser hevkarên terorê de herin û wan siza bidin, nek nermiya niha heyî li hember wan berdewam bikin, Tikiyê rê daye gelek terorîstan ku, di nava pêlên penaberan de derbasî welatên Ewrupa bibin.
Osê herwiha dibêje, jiber ku, xelel û kêmasiyên ewlekariyê hene, terorîst vê yekê weke delîve dibînin û êrîşên xwe pêk tînin.
Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de ye.
Your browser doesn’t support HTML5