Rûsya 9 Sal Cezayê Zindana li Basketbolîsta Amerîkî Brittney Griner Birî

WNBA Brittney Griner

Dadgeheke Rûsî îro Pêncşemê neh sal cezayê zindanê li basketvana navdar ya Amerîkî Brittney Griner birî.

Dadgehê biryar da ku Griner bi zanabûn qalûnên elektronîk yên maruana anîne Rûsyayê.

Serokê Amerîka Joe Biden nerazîbûna xwe li ser biryarê ragihand û got ku ew yek nayê qebûl kirin.

Griner, ku du olîmpîyatan de du caran medalya zêrîn qezenc kiribû û stêrka Yekîtîya Basketbol ya Netewî ya Jinan (Women's National Basketball Association/WNBA) e, di meha Şubatê de hatibû desteser kirin.

Griner hinge çûbû Rûsya ku di dema WNBA girtî bû, li Rûsyayê basketbolê bilîze.

Doza Griner bûye xaleke girîng ya krîza navbera Moskow û Washingtonê piştî ku Rûsya di meha Şubatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû.