Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand ku hêzên Ukrayna li başûrê welêt êrîşên xwe yên li ser hêzên Rûs didomînin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya, hêzên Ukrayna ji roja Duşemê vir ve êrîşên xwe yên li başûrê welêt berfireh kirine.
Ew wezaret dide zanîn ku şervanên Ukraynî li xeta başûr hêzên Rûs neçar hiştine ku ew bi şûnde vekişin.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku yekîneyên wan li hemî enîyan êrîş dibin ser hêzên Rûs.
Pisporên leşkerî dibêjin çekên nûjen yên di demên dawî de ketine destê Ukaryna dikarin rewişa şer biguherînin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir. Dewletên Rojava li hember Rûsya ligel Ukrayna û tevgerên Moskowê wek dagirkirin dibînin, lê Moskow dibêje ew operasyoneke taybet li dar dixe.