Brîtanya Dijî Rûsya Toleyên Nû Radigihîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku Brîtanya jiber dagirkirina Ukrayna dijî Rûsya hin toleyên nû ragihandine.

Reutersê dîyar kir ku toleyên dawî ser diravên xanima berê ya Serokê Vladimir Putin û birazê û xwarzêyên wî ne.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss bi daxuyanîyekê da zanîn ku wan tora piştgrîya jîyana debdebeyî ya Putin eşkere kiriye û dijî kesên di wê torê de tole ragihandine.

Brîtanya tevî hevbendên Rojavayî bi sedan dewlemendên Rûsya û kompanîyên aborîyê yên wî welatî xistine lîsteya toleyan.

Xanima berê ya Putin, Lyudmila Ocheretnya û nasên wî yên di kompanîyên mîna Gazpromê de, ketine lîsteya dawî ku ew qedexeyên rêwîtîyê û cemidandina hebûnan re rûbirû dimînin.

Hikûmeta Brîtanya da zanîn ku kesên dijî wan tole hatine ragihandin, piştgirîya Putin dikin.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser tevgerên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînin.