Brîtanya: Hêzên Ukrayna Herêmên li Bakurê Welêt bi Şûnde Distînin

Îstixbarata leşkerî ya Brîtanya roja Sêşemê ragihand ku hêzên Ukrayna beşeke girîng ya axên xwe bi şûnde standine.

Li gor daxuyanîya îstixbarata leşkerî ya Brîtanya, hêzên Rûsya neçar mane ku ji dora Çernihiv û bakurê Kîev ya paytext vekişin.

Reutersê ji zarê Wezareta Berevanî ya Brîtanya dîyar kir ku li herêmên Ukrayna bi şûnde standine dê pevçûnên sivik çêbin û bi vekişîna hêzên Rûs re ew pevçûn dê siviktir bibin.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya da zanîn ku hêzên Rûsya yên ji hin herêmên vedikişin, berî dest bi operasyonên li rojhilata Ukrayan bikin, dê pêdivîyên xwe yên wek sotemenî temam bikin.

Reutersê da zanîn ku ew bi awayekî serbixwe nikare wan îdiayan piştrast bike.