Brîtanya Wê bo Fînlandîya û Swêdê bi Tirkîyê re Biaxife

Ajansa Reutersê ji zarê Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Ben Wallace ragihand ku Brîtanya dê ser danûstandinên Fînlandîya û Swêdê yên bo endamtîya NATO bi Tirkîyê re biaxife.

Wallace da zanîn ku ew dê di hefteya pêş de bi hikûmeta Tirk re bipeyîve.

Wî di preskonferansekê de da zanîn ku guhdarkirina Tirkîyê girîng e.

Swêd û Fînlandîya piştî şerê Rûsya û Ukrayna bo bibin endamên NATO dest bi danûstandinan kirin, lê Tirkîye heta niha jî dijî endamtîya wan disekine.

Enqere dîyar dike ku Swêd û Fînlandîya piştgirîyê didin çekdarên Kurd û ew jî dijî wê gefan çêdikin.

Jibo ku Fînlandîya û Swêd bibin endamên NATO divê 30 welatên hevbendîyê bi yekdengî endamtîya wan bipejirînîn.