Brîtanya Hazirîya Sistkirina Tedbîrên Dijî Vîrûsa Korona Dike

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dê îro Pêncşemê bi kabîneyê re ser sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona biaxife.

Li gor qanûnên Brîtanya, hikûmet divê ji sê hefteyan carê sînordarkirinan binirxîne û ew sê hefte îro bi dawî dibe.

Johnson, ku bi xwe jî bi vîrusa korona ketibû, dê qonaxa pêş ya tedbîrên dijî vîrusa korona roja Yekşemê ragihîne.

Medya Brîtanî dide zanîn ku çaverê ye ku hikûmet bo geşkirina aborîyê bangên ser mayîna li mal bi dawî bike.

Hikûmeta Brîtanya di 23’yê Adarê dest bi sînordarkirinên ser derketinên derve kiribû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya pirtir ji 220,000 kes bi vîrusa korona ketine 30,150 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.