Brîtanya: Rûsya bo Givaştina Ser Ukrayna Binesazîyê Dike Armanc

Dîmeneke xanîyeke wêrankirî, piştî êrîşa Rûsya; Bucha, li herêma Kîev, Ukrayna, 6 Nîsan, 2022

Wezareta berevanîyê ya Brîtanya îro Pêncşemê ragihand ku Rûsya armancên binesazîyê bombebaran dike da ku hikûmet û artêşa Ukrayna têk bibe, dema ku ew xwe bo êrîşeke nû ya ser rojhilata welat amade dike.

Wezaretê îro di nûvekirineke îstixbaratî de dîyar kir ku "pêşveçûna operasyonên êrîşkirinê li rojhilata Ukrayna, xala sereke ya hêzên leşkerî yên Rûsya ye".

Wê destnîşan kir ku artêşa Rûsya herwiha binesazîya hindurê Ukrayna dike armanc, bo ku şîyana leşkerîya Ukrayna ya jinûve dabînkirinê kêm bike û zextê ser hikûmeta Ukrayna zêde bike.

Digel vê yekê, wezareta Brîtanî balkişand ku "îhtîmal e ku pirsgirêkên moralî û kêmbûna kelûpel û herwiha karmendan yên hêzên Rûsî, berdewam dikin.

Wezaretê herwiha got ku Rûsya "xeta kontrolê" ya di navbera heremên di bin destê Ukrayna yên li Donbasê û yên ku di destê cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya de ne, bi top û êrîşên esmanî dike armanc.