Brîtanya îro Duşemê ragihand ku Rûsya hêzên xwe ji hin herêmên şer paşde vedikişîne.
Li gor îstixbarata Wezareta Berevanî ya Brîtanya, Rûsya ferman daye yekîneyên xwe yên li Kharkiv Oblast, ku li rojavayê Çemê Oskil e, ji wir bi temamî vekişin.
Wezareta Brîtanî dide zanîn ku Ukrayna herêmeke bi qasî du qatên Londona Mezin ji destê hêzên Rûs rizgar kiriye.
Ew wezaret dîyar dike ku serketinên hêzên Ukrayna, Rûsya mecbûr dihêle ku ew planên xwe yên şer biguherîne.
Îstixbarata Amerîkî jî di rojên borî dabû zanîn ku Rûsya jiber kêmbûna leşkeran, leşkerên xwe yên birîndar dide zorê ku ew herin şer bikin.
Pisporên şer dibêjin çekên nûjen yên ketine destê Ukrayna dikarin rewşa şer biguherînin.