Wezîrê Berevanî ya Brîtanya Ben Wallace îro Înê dîyar kir ku Rûsya li Ukrayna li gelek qadên cengê bi ser neketiye.
Wallace ji kanala Sky News re da zanîn ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dikare dest bi guherandina stratejîya xwe bike.
‘’Rûs niha li gelek qadan têk diçin. Planên A, B û C yên Putin bi ser neketin, dibe ku ew li plana D’yê binêre’’ Wallace got.
Hêjayî bîrxistinê ye Brîtanya ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve ser rewişa cengê raporên îstixbaratî diweşîne.
Hisporên leşkerî di demên dawî de dibêjin ku çekên pêşketî yên ketine destê hêzên Ukrayna dikarin rewişa şer biguherînin.