Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê ragihand ku hin hêzên Rûsya vedigerin welêt û Belarûsê.
Reutersê ew agahî ji zarê îstixbarata leşkerî ya Brîtanya ragihand.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya dîyar kir ku hêzên Rûsya bo xwe jinûve bi rêxistin bikin û sotemenîyên xwe temam bikin, vedigerin.
Li gor daxuyanîyên karbidestên Brîtanya, Rûsya li Ukrayna asê maye û ew nikare hêzên xwe birêve bibe.
Ew karbidest dibêjin ku Rûsya dê bo rewişa xwe çêtir bike, bala xwe bide ser karanîna top û muşekan.
Berpirsên Ukraynî dîyar dikin ku vekişîna hin hêzên Rûsya ''xapandin'' e û didin zanîn ku ew hêz ''bi tenê'' rêkên xwe diguherînin.