Wezareta Berevanî ya Brîtanya îro Sêşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê di dawîya Îlonê de ser şerê li Ukrayna biaxife.
Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Brîtanya, çaverê ye Putin di 30’ê Îlonê de dîyar bike ku ew deverên dagirkirî yên Ukrayna êdî yên Federasyona Rûsya ne.
Li ber e referandumên li axên dagirkirî yên Ukrayna îro Sêşemê biqedin.
Wezareta Berevanî ya Brîtanya dide zanîn ku rêberên Rûs hêvî dikin ku bi ragihandina berfirehkirina axên Rûsya piştgirîya bo şer pirtir bikin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê de destpê kir. Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.
Pisporên şer dibêjin çekên giran yên nû ketine destê Ukrayna dikarin rewşa şer biguherînin ku di demên dawî de hêzên Ukranî hin herêm ji destê leşkerên Rûs rizgar kirine.