Brîtanya ji Misirê re bi Qasî 300 Hezar Doz Vaksîn Şandine

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Brîtanya bo Misirê 299,700 doz vaksînên vîrusa korona ya AstraZeneca - Oxford bexşandine.

Vaksîn bi piştgirîya WHO û UNICEF’ê di ser plana COVAX’ê re hatine şandin û roja Duşemê gehiştine Qahîreyê.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di Hilcivîna G7 de gotibû ku ewê heta Hezîrana 2022’yan 100 mîlyon doz vaksîn bişînin welatên hewcedarîya wan heye.

Vaksînên bo Misirê hatine şandin gava yekê ya wê planê ye.

Berî bexşandina Brîtanya, di ser plana COVAX’ê re bi qasî 1,7 mîlyon vaksînên AstraZeneca ji Misirê hatibûn şandin.

Ji Misirê re vaksînên Sputnik, Sinopharm, Sinovac, Johnson & Johnson jî hatine şandin û di rojên borî de wî welatî dest bi çêkirina vaksînên herêmî yên Sinovacê jî kir.

Nifûsa Misirê 100 mîlyon e û hikûmetê dîyar kiribû ku ewê heta dawîya salê 40 ji sedê nifûsê vaksînan li xwe bide.

Hikûmet hewil dide ku di demên pêş de rojane 800 hezar kes vaksînan li xwe bidin.