Brîtanya Bernameya Binerdkirina Qiralîçe Elizabeth Eşkere Dike

Dîmeneke Qiralîçe Elîzabeth II

Karbidestên Qiralîyeta Brîtanya dîyar kirin ku wê Qiralîçe Elîzabeth II di 19’ê Îlonê de li Londonê li Westminster Abbey bi merasîmeke fermi were binerd kirin.

Veguheztina cenazeya Qiralîçe Elîzabeth bo Londonê îro Yekşemê destpê kir, Konvoya cenazeyê piştî rewîtîyeke bi 280 km yan di 6 demjimêran de bigehije Edinburgh ya paytexta Skotlandê.

Veguheztina cenazeya Qiralîçe Elîzabeth bo Londonê

Rêwîtiya nêzî şeş demjimêran wê di nav bajarên Aberdeen, Dundee û Perth re derbaz bibe.

Li Edinburgh, cenazeya Qiralîçe Elîzabeth li Qesra Holyroodhouse radiweste, rûniştgeha Malbata Qralîyeta Edinburgh.

Qral Charles III

Ji alîyê din ve Qral Charles III wê îro li Qesra Buckingham serdanên sersaxîyê yên sekreterê Giştî yê Yekîtîya Neteweyan Brîtanî û nûnerên welatên ku ew serokê, qeb ûl bike.

Tabûta Qiralîçe Elîzabethê wê duşemê piştî nîvro, bi mmeşeke , were veguheztinê Dêra rêwiyan biçe Katedrala St. Giles ku mirov wê karibin bo 24 demjimêran serdanê bikin û rêzdarîyên xwe pêşkeş bikin.

Cenazeya Qiralîçe Elîzabeth wê roja Sêşemê ji firokxaneya Edinburgê bi balafireke Heza Esmanî ya Qiralîyetî were veguheztinê Qesra Buckingham ya Londonê.

Cenazeya Elizabeth wê roja Çarşemê, 14’ê Îlonê, ji Qesra Buckingham bi meşek girseyî were veguheztinê Westminsterê.

Tabûta Qiralîçeyê wê li ser erebeyeke çekê ya hêzên leşker Qiralîyetê bi merasîmek leşkerî û endamên malbata wê were hilgirtin.

Li Westminsterê Qral Charles û endamên din yên malbata Qiralîçe Elîzabeth wê beşdarî merasîmeke taybet ya kurt bibin . Piştre salon ji gel re wê were vekirin.

Pêncşemê, 15ê Îlonê, wê bibe roja yekê ya ji çar rojên ku tabûta Qiralîçeyê wê li salona Westminsterê bo gel ji serdanan re were vekirin.

Dîmeneke Qralîçe Elizabeth II


Cenazeya Qiralîçe Elîzabeth wê di 19’ê Îlonê de bi meşê bibin Westminster Abbey.
Ji bilî endamên malbata Qraliyetê û wê hikûmeta Brîtanya, serokên dewletan ji çar alîyên cîhanê û kesayetîyên payebilind û navndar yên din dê beşdarî merasîma

dewletê ya cenazeya Qiralîçe Elîzabeth bibin.
Piştî merasimê, wê cenazeya Qiralîçe Elîzabeth ji Dêra Westminster bi meşê were veguheztinê Windsorê û li vê derê Qiralîçe wê Dêra George's were binerd kirin.