Brîtanya Şîna Qralîçe Elizabeth Digire

Brîtanî sîna Qiralîçe Elizabeth, ku do di 96 salîya xwe de koça dawî kiribû, digirin.
Gelê Brîtanî li Londonê li pêş Qesira Buckinghamê kom dibe û bi nivîs û kulîlkan hez û rêzên xwe pêşkeş dikin.

Malbata Qiralîyetê bi mirina Qralîçe Elizabeth re ket şînê ku çaverê ye heft rojan bidome.

Hemî karên fermî yên hatine plankirin hatin betal kirin. Li seranserê welêt û li mîsyonên dîplomatîk yên li derve ala heta nîvî hatin daxistin.

Hîn ne dîyar e ewê merasîma cenazeyê kengî çêbe.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi mirina Qiralîçe Elizabeth, kurê wî yê mezin Charles bû qralê nû yê Brîtanya.