Brîtanya Ser Cureya Nû ya Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike

Brîtanya îro Înê ragihand ku cureya nû ya vîrusa korona ya ji Afrîqa Başûr belav bûye cureyeke tund e û da zanîn ku divê pispor tespît bikin ku ka ew vaksînan pûç dike yan ne.

Wezîrê Veguhestinê yê Brîtanya dîyar kir ku li gor dersên wan ji COVID-19 sitandine divê firînên ji Afrîqa Başûr, Namibya, Botsvana, Zimbabve, Lesoto, Eswatini werin qedexe kirin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku di cureya nû ya bi navê B. 1. 1. 529 de proteîneke sereke ya ji cureyên din cihêtir heye.

Reutersê dîyar kir ku ew cure ji cureyên berê bi wê proteîneke sereke pir cudatir e û da zanîn ku ew guherîna herî mezin ya berçav e.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin dibe ku tespîtkirina bandorên cureya nû çend hefteyan bidome û ji hikûmetê dixwazin ku ji pêşde tedbîran ragihîne.

Ew cureya nû li Botsvana û Hong Kongê jî hatiye tespît kirin, lê li Brîtanya hîn nehatiye dîtin.