Opozîsyona Brîtanya Ser Brexitê Referandumeke Nû Dixwaze

Rêberê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn dîyar kir ku Brîtanya bê peyman yan jî bi peymana Partîya Konservatîf ya li desthilatê ji Yekîtîya Ewrupa (YE) dernekeve.

Corbyn da zanîn ku rêberê nû yên partîya desthilatê, ku dê bibe serokwezîrê Brîtanya jî, divê referandumeke nû bipejirîne.

‘’Ger referandumeke wisa bibe emê bo Brîtanya di YE’ê de bimîne kempeyna çêkin’’ Corbyn got.

Alîgirên YE’ê yên di Partîya Karkeran de ew demek e ji Corbyn dixwestin ku daxuyanîyeke wisa bide.

Pênc sendîkayên piştgrîya Partîya Karkeran dikin jî bang li Corbyn dikirin daxuyanîyek bi vî rengî belav bike.