Brîtanya Dijî Kompanîyên Esmanî û Deryayî yên Îranê Toleyan Radigihîne

The United States first levied sanctions against Iran's state shipping line, known as IRISL, in 2008.

Brîtanya îro Duşemê dijî kompanîyên veguhestinê yên esmanî û deryayî yên Îranê tole ragihandin.

Bi toleyên ku Brîtanya dibêje jiber transfera muşekên balîstîk yên ji Îranê ber bi Rûsya ve hatine ragihandin ewê hebûnên Iran Air û Xetên Deryayî yên Komara Îslamî ya Îranê (IRISL) werin cemidandin.

Wezîrê Derve yê Îranê David Lamyy got ku Îranê hewil dide zararê bide ewlekarîya cîhanî û dîyar kir ku ev yek nayê qebûl kirin.

‘’Em careke din bang li Îranê dikin ku piştgirîya xwe ya jibo şerê ne qanûnî yê Rûsya yê li Ukrayna bisekinîne.’’

Bi toleyan firînên Iran Air’ê yên ber bi Brîtanya ve û ji wî welatî têne sînordar kirin.

Brîtanya dijî gemîya kargo ya Rûsî Port OLYA-3 jî jiber veguhestina kelûpelên leşkerî ber bi Rûsya ve tole ragihandin.

Jêder: Reuters