Komeke Karbidestên Brîtanî Wê Serdana Taywanê Bikin

Komeke karbidestên parlamana Brîtanî dê vê hefteyê serdana Taywanê bikin.

Karbidestên Brîtanê dê bi Seroka Taywanê Tsai Ing-Wen û hin berpirsên din yên wî welatî re bicivin.

Seroka Komîteya Derve ya Parlamana Brîtanya Alicia Kearns dîyar kir ku ew ji zû de li benda vê serdanê ne.

Kearns da zanîn ku gelek dijwarîyên li cîhanê nîşan didin ku divê demokrasîyên mîna Brîtanya û Taywanê peywendîyên xwe xurttir bikin.

Çîn ew demek e derbarê van serdanên karbidestên welatên Rojavayî nerazîbûna xwe nîşan dide.

Karbidestên Çînî dibêjin ku Taywan axa Çînê ye û ew di peywendîyên xwe yên derve de girêdayî wan e.

Lê, Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.