Dengderên Brîtanî jibo Dîyarkirina Hikûmeta Nû Diçin Ser Sindoqan

Dengdêrên Brîtanî ji navendek dengdanê li bajarê Belfastê derdikevin, 4 Tîrmeh 2024.

Brîtanî îro Pêncşemê jibo hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê deng didin, çaverê ye ku wê Partîya Karkeran serketinek mezin bi dest bixe û desthilatdarîya 14 salan ya Partîya Konservatîf bi dawî be.

Parlamentoyê Brîtanya wek Civata Avamê yan Civata Gel tê bi nav kirin.

Nêzî 50 mîlyon hilbijêr jibo dîyarkirina 650 endamên Civata Avamê, ku baskê bijartî ya parlamentoyê Brîtanya ye, li zêdetirî 40 hezar navendan dengên xwe bi kar tînin.

Civata Avam

Dengdan wê di saet 10 evarê de bi dawî dibe, ku wê encamên rapirsinînê piştî dengdanê werin dîyar kirin.

Li bendê ye ku encamên fermî sibe Înê (5ê Tîrmeh)ê werin eşkere kirin.

Serokwezîrê Brîtanya û rêberê Partîya Konservatîf Rishi Sunak ku ji sala 2010’an ve li ser desthilatdarîyê ye, di 22’ê Gulanê de biryara hilbijartinên pêşwext ragihand, şeş meh berî dema asayî.

Li Brîtanya, sîstema hilbijartinê ya ‘herêmên teng’ heye. Li 650 herêman berbijarê herî zêde dengan bi dest bixe, jibo 5 salan wek endamê Civata Gel yan parlamenter tê hilbijartin.

Civata Gel, civata jêrîn ya Parlamentoya Brîtanya ye. Mîna civata jorîn, Civata Lordan.

Civata Lordan

Serokê partîya ku herî zêde kursîyan qezenc bike, wek serokwezîr tê bijartin û ji alîyê Qral ve jibo avakirina hikûmetê tê erkdar kirin. Serokê partîya duyemîn dibe serokê opozîsyonê.

Ger ti partî bo Civatê piraniya dengan bi dest nexe, partiya ku herî zêde deng bidest bixe dikare hikûmetek koalîsyonê an jî hikûmeta kêmanîyê ava bike.

Hikûmet tenê hemberî Civata Gel berpirsiyar e, û serokwezîr dikare li ser kar bimîne heya ku piştgirîya piranîya parlamentoyê biparêze.

Hilbijartina giştî ya dawîn li Brîtanya di 12’ê Berfenbara 2019’an de hatibû darxistin.

Partîya Konservatîf ku wê demê Boris Johnson seroktîya wê dikir, di hilbijartinê de bi ser ket û partîyê ji sedî 43.6 dengan wergirt û 365 kursî bi dest xistin.

Di hilbijartinên îro Pêncşemê de 2 partîyên serekî pêşbazîyê dikin, Partîya Konservatîf ya serokwezîr û Partîya Karkeran ya çepgir ya bi seroktîya Keir Starmer.

Rishi Sunak yê 44 salî, ku cara ewil berbijar e, hêvî dike ku enflasyonê kêm bike û polîtîkayên wî yên ser koçberîyê serkatina wî peyda bike.

Keir Starmer yê 61 salî dixwaze piştî 14 salan partîya xwe bighîne desthilatê û bi wergirtina dengên hilbijêrên dijî hikûmetê, bibe serokwezîrê nû yê Brîtanya.

Rapirsîn nîşan didin ku Partîya Karkeran ya Starmer bi ferqeke pir mezin li pêş e û wê serketinek dirokî bi dest bixe.

Ger pêşbînî rast bin, Sunak wê sibe Îniyê serdana serokê dewletê Qral Charles III bike da ku ji serokwezîrîyê vekişîna xwe pêş keş bike.

Starmer wê piştî demek kurt bi Qral Charles re bicive da ku jibo avakirina hikûmeta were erkdar kirin - û bibe serokwezîr.

Jêder: Reuters, AFP,AP