Wezareta Navxweyî ya Brîtanya îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê Koma Wagner wek rêxistineke terorê bibîne.
"Bernivîsa ku wê ji parlamanê re were pêşkeş kirin rê dide ku hebûna Koma Wagner wek hebûna terorîstan were dîtin û destûr dide ku karbidest dest deynin ser hebûnên wê," daxuyanîya wezaretê got.
Bi vê pêngava nû endamtî û piştgirîya Koma Wagnerê wê li dijî qanûnê be û pêkan e heta 14 salan cezayê girtîgehê were dayîn.
Wezîra Navxweyî ya Brîtanya Suella Braverman ser Koma Wagnerê got ku ew komeke tundkar û wêrankar e.
Braverman dîyar kir ku Koma Wagner li derve wek hêzeke leşkerî ya Serokê Rûsya Vladimir Putin tevdigere.
Wezareta Navxweyî ya Brîtanya di daxuyanîyê de dîyar kir ku tilîya Koma Wagnerê li êşkence, kuştin û talanên li Ukrayna, Rojhilata Navîn û Afrîqa heye.
Wezaretê bal kişand ku komeke wisa dijî ewlekarîya cîhanê ye û çaverê ye bernivîsa ser Koma Wagnerê di 13’ê Îlonê were pejirandin.
Jêder: AFP