Brîtanya: Rûsya Dikare li Deryaya Reş Êrîşan Bibe Ser Gemîyên Sîvîl

Hikûmeta Brîtanya ji zarê îstixbarata ragihand ku Rûsya dikare li Deryaya Reş êrîşan bibe ser gemîyên sîvîl.

Li gor îstixbarata Brîtanya, Rûsya jibo êrîşan dikare mayinên deryayî bi kar bîne.

Rûsya meha Tîrmehê ji peymana dexlûdan ya Deryay Reş vekişîbû.

Ukrayna jibo gemîyên kargo korîdoreke mirovahî ya demkî vekir û ji wê çaxê vir jimareke gemîyan di wir re derbaz bûn.

Brîtanya dîyar dike ku Rûsya dikare êrîşan bibe ser gemîyên li korîdora mirovahî.

Wezareta Derve ya Brîtanya ragihand ku Rûsya dixwaze ku ser êrîşên li Deryay Reş Ukrayna tawanbar bike.

Wê wezaretê dîyar kir ku ew bi weşandina îstixbaratan dixwazin taktîkên Rûsya eşkere bikin û rê li ber êrîşin wisa bigirin.

London dibêje ew jibo ewlekarîya gemîyên veguhestinê bi Kîev û hevbendên din re dixebite.

Jêder: Reuters