Brîtanya Dibêje Hejmara Kuştiyên Artêşên Rûsî Û Ukraynî Bilind Dibe

Karbidestên Brîtanî îro Yekşemê ragihand ku hejmara kuştîyan di nav refên artêşên Rûsya û Ukraynayê de zêde dibe, li vê dema ku Ukrayna şer dike jibo ku hêzên Rûsya ji herêmên ku dagîr kirine, derxîne.

Di nirxandina xwe ya asayî de, karbidestên leşkerî yên Brîtanî şikandinên leşkerî yên Rûsî yên herî bilind dibînin, ji dema şerê bajarê Bakhmut ve, di meha Adarê de.

Li gor dezgehên zanyarî yên Brîtanî, şerê herî giran li parêzgeha Zaporizhzhia ya başûr-rojhilatê Ukraynayê diqewime. Şer herwiha li Bakhmut û parêzgeha Donetsk ya rojhilatê welêt dibe.

Artêşa Ukraynayê jî îro Yekşemê got ku di 24 demjimêrên dawî de Rûsya 43 êrîşên esmanî, çar mûşek û 51 êrîşên bi rokêtan pêk anîne. Li gor Fermandarîya Giştî ya Ukraynayê, Rûsya giranîya operasyonên xwe li rojhilatê welêt û deverên wekî Bakhmut, Marinka û Lyman birêve dibe.

Fermandarê herêmî yê Dontesk Pavlo Kyrylenko got ku roja Şemîyê du sivîl hatin kuştin û sê jî birîndar bûn.

Karbidestên Ukraynî dîyar kir ku hêzên Rûsî herwiha çend êrîşên esmanî li ser hinek deverên din li rojhilat û başûrê Ukraynayê pêk anîn.

Çavkanî: AP