Serokwezîrê Brîtanya Dibêje Ti Metirsîya Korona li ser Dibistanan Nîne

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Yekşemê got ku ti metirsîya vîrusa koronayê li ser dibistanana nîne û şîret li malbatan kir ku zarokê xwe bişînin dibistanan, li cihên ku pîvanên saxlemîyê lê rê didin.

Axaftina wî hat wek bersiva hin xeman li dor belavbûna COVID-19, di demekê de ku dê disbistan piştî pişûya Christman û Sersalê careke din derîyên xwe ji xwendekaran re vekin.

Johnson ji BBC re got:

“Li gor min ti guman nîne ku dibistan parastî ne û perwerde xemeke sereke ye.”

Wî got dibe ku hikûmetê pêwîstî bi sepandina pîvanên tund ên girtinê hebe, lê wî nexwest ti nimûneyên van pîvanan bide.