Serokê Nû yê Brazîlê Soza Nehiştina Gendeliyê Dide

Serokê nûhelbijartî yê netewparêzê rastgir yê Brazîlê Jair Bolsonaro sozên jinavbirina gendeliyê, tawan û şikestên aborî dide.

Piştî rê û resmên sûndxwarinê, efserê berê soz da piştevanên xwe kû ew dê yasayên çekan sist bike û Brazîlê ji sosyalizmê azad bike.

Di peyameke Twitterê de, Serok Donald Trump pîrozbayî li Bolsonaro kir, kû bi navê Donald Trump ê Brazîlê di hat bilêvkirin.