Geşta Valahiya Esman Ya Milyardêr Branson bi Serkeftî Destpê Dike

Arşîv: Richard Branson xwediyê Virgin Group

Richard Charles Nicholas Branson, karsazê Brîtanî roja Yekşemê dest bi geşta esmanî kir, Branson danerê şerîketa Virgin Galactic di dema preskonfersa îro ya berî firîn destpê bike û ber bi valahiya esmên here got " divê jibo her kesî vekirî be, " Branson herwiha got "dema ku berî niha te xewnek hebe, niha wexte tu wê bicih bînî, dixwazim axiftina xwe bi vê gotinê bidawî bikim, silav li serdema sibeyeke gerdunî ya nû. "

Serê sibeya îro Yekşemê, demjimêr nêzî 8:40, li gur dema navxweyî ya New Mexico, û (14,40) li gur dema Grinic) firokeke mezin bilind dibe esman, heta bilindahiya 15 kîlometran û keştiya bi navê VSS Unity ber dide esmên, ku bi anerjîya mûşekan kar dike û bilind dibe heta 50 mîlan ku li gur NASA ew sinorê valhiya esmane, di wê geşta esmanî de 4 geştiyar û 2 kapîtan hene ku Branson yek ji wan geştiyara ye.

Firoke di demê dadana bi serkeftî

Weke pispor dibêjin, dema ku keştî ji firokê cûda dibe, geştiyar dikarin hest bi parastina senga xwe jibo çen deqîqeyan bikin û ji 17 penceyên di keştiyê de ji valatiya esman temaşeyî erdî bikin, piştî firîna firokê bo maweyê 50 xulekan, firoke bi serkeftî dada û gehişte bingeha xwe.

Hesba fermî ya Virgin Galactic, di twîteke xwe de dîmenên firoka heligira keştiya esmanî ya ku îro ber bi valahiya esman bi rêket weşandin.

Ajansa NASA jî, bi twîtekê dîmen weşandin û pîrozbahî li Virgin Galactic û tîma firînê kir ku geşta xwe bi serkeftî da destpêkirin.

Ev geşta Branson bi hêviya geşedana turîzma valahiya esmanî pêkhatiye, ev yekemîn geşta valhiya esmanî ye ku ji 4 geştiyar û di firokevanan pêk tê.

Virgin Galactic bo cara yekê di sala 2018an de çûbû valahiya esman, û sala 2019ê jî, geştek din encam da, cara dawî jî, meha Gulana borî geştek encam dabû, ya îro jî ya herî dawiyê ye.

Geştên berî niha bi çend kesên kêm re diçû esman, lê ev cara yekê ye ku bi taqimek temam difire, piştî ku meha borî, destûrî ji Rêveberiya Firînên Federal stand, îro dest bi firînê kir.

Hatiye plankirin ku Jeff Bezos xwediyê kompaniya Amazone û zengîtirîn kes li cihanê û xwediyê Blue Origin 20 vê mehê – Temuzê bi geşteke valahiya esman rabibe.

Richard Branson dema îro dest bi firîna ber bi valahiya esman kir wî got ev "tecrûba jiyekî" ye. Geşta Branson kete pêşiya geşta Jeff Bezos ku ew jî 20 mehê dê bi geşta xwe rabe.

Branson yê 70 salî di dema firînê de got "Pîroz be li hemî taqima jêhatî ya Virgin Galactic, ku 17 sale xebat û karê bi zehmet dike, heta gehiştin vê astê."