Tirkîye Dibêje, Wê Lîsteya Daxwaza Radestkirina Kesan ji Fînlandîya û Swêdê Nû Kirî Ye

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag îro Çarşemê ragihand ku wan lîsteya radestkirina kesên ku ew terorîst dihesibînin nû kirine ku ji Swêd û Fînlandîya re bişînin.

"Di nav daxwazên ku me berê şandine de kesên ku hatin redkirin hene, me lîsteyên xwe bi nûvekirinan carek din amade kir û wê wezareta me ya derve ji welatên tekildar re bişîne, " Bozdag got.

Bekîr Bozdag dîyar kir ku wan nameya ku tê de daxwazên radestkirina terorîstên li van welatan bîra Swêd û Fînlandîya tê xestin, ji wezareta derve ya Tirk re şandine û ji wir jî wê ji welatên têkildar re bê şandin.

Wî destnîşan kir di çarçoveya belgeya lihavhatinê (momerandum) ya sê alî de , komîteyeke şopandinê ya dad, îstixbarat û ewlehîyê hatiye avakirin, ya ku di Hilcivîna NATO’yê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de hat îmza kirin.

Wezîrê Tirk anî ku di belgeya ku hefteya borî hat îmza kirin de, Fînlandiya û Swêdê soz dane ku daxwazên Tirkîyê yên ser dersînorkirin yan radestkirina gumanbarên terorê ku dane rawstandin, demûdest bi cîh bînin.

Bozdag herwiha îdia kir ku daxwazên radestkirinê yên Tirkîyê li gor peymanên navneteweyî yên wek Peymana Ewrupa ya Radestkirinê ne.

Tirkîye, ya ku ev zêdetirî 70 salan e ku endamê NATO ye û xwedîyê artêşa herî mezin ya dûyê ya hevpeymaniyê ye.