Borrell Dixwaze YE li Ser Îsraîlê Givaştinan Çêke

Dîplomatî payebilind yê Yekîtîya Ewrupa Josep Borrell (YE) îro Duşemê got ku ewê bo endamên yekîtîyê pêşnîyar bikin ku dîyaloga xwe ya sîyasî ya bi Îsraîlê re bibirin.

Borrell di preskonferansekê de ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew jiber helwesta Îsraîlê ya li Gaza dixwazin vê pêşnîyarê bikin.

‘’Gelek kesan hewil dan ku şerê li Gaza rawestînin. Lê şer nesekinî û ez ser rawestana wê ti hêvîyê nabînim. Jiber vê j divê em li ser hikûmeta Îsraîlê û bêguman li ser Hamasê zextê çêkin.’’

Di nameyekê de, ku ji alîyê dîplomatan ve û ajansa nûçeyan ya Retuersê ve hatibû dîtin, berpirsê sîyaseta derve ya YE’ê Borrell hefteya borî pêşnîyar dabû yekîtîyê ku bi Îsraîê re jiber binpêkirina mafên mirovan peywendîyên xwe bibire.

Wezîrê Derve yê Holanda Caspar Veldkamp got ku hemî endamên YE’ê nikarin bi razîbûn li wê pêşnîyarê binêrin û dîyar kir ku divê dîyaloga bi YE re bidome.

Veldkamp got ku divê derîyê dîyalogê ya bi Îsraîlê re vekirî bimîne.

Jêder: Reuters