Borrell Bang li Îsraîlê Dike ku Operasyona Refahê Rawestîne

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Çarşemê bang li Îsraîlê kir ku operasyona leşkerî ya li Refah ya li başûrê demûdest bisekinîne.

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE’ê Josep Borrell bi daxuyanîyekê dîyar kir ku operasyona li Refahê zararê dide alîkarîyên mirovahî û rê liber mezinbûna koçberî û birçîbûnên giran vedike.

Borell got ku mafê Îsraîlê heye ku ew parastina xwe bike, lê divê ew li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere û berevanîya sîvîlan bike.

‘’YE bang li Îsraîlê dike ku rewişa mirovahî ya li Gaza ya xirab hîn jî xirab neke û derbazgeha li Refahê jinûve veke.’’

Wî got ku ger Îsraîl operasyona li Refahê bidomîne ewê peywendîyên wê dewletê û YE bikevin bin barekî giran.

Karbidestê YE bang li Hmasê jî kir ku rehîneyên li Gaza bê şert berde.

Artêşa Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê li Gaza êrîşên esmanî birine ser 80 hedefan û li Refahê jî operasyonê didomînin.

Karbidestên Îsraîlê dîyar dikin ku binesazîya Hamasê ya li herêmê hatiye hilweşandin, lê li bakurê Gaza têkoşîna dijî wê rêxistinê dewam dike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres do Sêşemê gotibû ku ew jiber zêdebûna kiryarên leşkerî yên li dora Refahê ketiye fikarên kûr û dabû zanîn ku hefteya borî bi qasî 450,000 Filîstînî neçar mane ku ji warên xwe derkevin.

Cîgirê Berdevikê Sekreterê Giştî yê NY’ê Farhan Haq dîyar kir ku jiber operasyona li Refahê rewiş hîn xirab dibe.

Haq got ku divê li Gaza, li Refahê û li herêmên din jibo sîvîlan rêzdarî hebe û divê ew werin parastin.

Artêşa Îsraîlê hefteya borî bombebaran û operasyona li Refahê berfireh kir û bang li gelê wir ku ji hin beşên bajêr derkevin.

Îsraîl dîyar dike ku ew jibo binesazîya mîlîtan ya li Gaza li sînorê Misirê pûç bike operasyoneke sînordarkirî dimeşîne.

Haq dîyar kir ku li Gaza êdî ti cîh ne ewle ye û got ku Guterres careke din banga agirbesteke demûdest û berdana rehîneyan dike.

Wî got ku divê derîyê sînor yê li Refahê jî demûdest vebe û alîkarî bê ku werein asteng kirin herin Gaza.

Piranîya nifûsa Gaza xwe li Refahê girtibû û jimareke mezin ya Filîstînîyan jiber şerê Îsraîl û Hamasê xwe sipartibûn wir.

Haq dîyar ku kesên neçar mane ku ji warên xwe derkevin bi nebûna tuwalet û ava pak re rûbirû mane.

Girtina derbazgehên girîng yên li Gaza, kêmbûna sotemenîyê û alîkarîyan rewişa sîvîlan dijwartir dike.

Haq dîyar kir ku divê hemî alî li gor hiqûqa mirovahî tevbigerin ku wateya wê bidestxistina xizmetên serekî ne.

Amerîka û NY û hin dewlet û sazîyên din Îsraîlê hişyar dikin ku operasyoneke berfireh nebe ser Refahê û hişyarîya felaketeke mirovahî didin.

Rêberên Îsraîlê dîyar dikin ku ewê gefên Hamasê pûç bikin û dibêjin jibo vê yekê jî operasyona Refahê hewce ye.

Jêder: VOA