Borrel Ser Wagnerê Dibêje Cinawir Êrîşê Afrînerê Xwe Dike

Nûnerê Bilind yê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell dîyar kir ku serhildana Wagnerê nîşan dide ku li Rûsya hêza leşkerî ne gelek xurt e.

Borrell got ku ew bûyerên di dawîya hefteyê de li Rûsya qewimêne, şikestinên sîstema sîyasî jî nîşan didin.

Wî ser rêberê Wagnerê Yevgeni Prigojin jî got ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ew cinawir çêkiriye.

‘’Cinawir niha êrîşan dibe ser Putin. Ew cinawir êdî dijî afrînerê xwe tevdigere.’’

Borrel bi berdewamî bi bîr xist ku Rûsya hêzeke navokî ye û got ku eger bikeve dewreke bêîstiqrar wê ne baş be.

Koma Wagner di dawîya hefteyê de heta 200 kîlometreyan nêzîkî Moskowê bûbû, lê piştre vekişîbû.