Boris Johnson: Amerîka Nêzîktirîn Û Giringtirîn Hevpeymana Me Ye

Serokwezîrê Britanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Yekşemê di axiftineke xwe da got, Amerîka hevpeymana herî nêzîk û giringe jibo wan, herwiha got, London û Washington dikarin derbarê bazirganiya hevbeş karekî bikin, herçende Washington danûstankarek bizehmete, Johnson got.

Li hemberî rojnamevanan Boris Johnson dîsan got " Lê li ser danûstandina bazirganî yên bi Welatên Yekbûyî yên Amerîka re, ez xwendekarek dilsozî wan im, di siyaseta bazirganî ya Amerîka da, ew danûstankarên bihêz in."

Johnson dîsan dibêje "Min qet bawer nedikir ku dê ev tiştekî be, ew dê tam karek sanahî be di serdema her rêveberiyek Amerîka da, ez bawerim niha delîvek baş heye ku tiştek bikin."

Boris Johnson yek ji berpirsên Ewrûpa yên pêşiyêbû, pîrozbahî li serokê çaverêkirî yê Amerîka Joe Biden kirî piştî ku doh, Şemiyê piraniya kenalên navdar yên Amerîkî ew weke serkeftiyê hilbijartinên serokatiya Amerîka yên 2020ê nîşan dayî.

Johnson dibêje, li gel Biden wan bawerî heye ku welatên Yekbûyî yên Amerîka dê pêşengiya cîhanê bike bo bersing girtina guherînên klîmayê.