Bolton: Ger Hêzên Sûrî li Îdlibê Çekên Kîmyayî Bikar Bînin Bersîva Me Dê Tund Be

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesra Sipî John Bolton dîyar kir ku ger hêzên Beşar Esad li Îdlibê çekên kîmyayî bikar bînin ewê Amerîka bersîveke ‘’pir tund’’ bide.

Bolton li Orşelîmê bi preskonferansekê da zanîn ku rejîma Sûrîyê bo sitandina Îdlibê planan dike û ew ketine fikaran ku hêzên hikûmetê çekên kîmyayî bikar bînin.

Bolton ji Reuters’ê re jî dîyar kir ku divê li Îdlibê çekên kîmyayî neyên karanîn.

Bolton bi berdewamî da zanîn ku li Sûrîyê armanca wan ya sereke têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ye.

Bolton bi berdewamî dîyar kir ku Amerîka dixwaze ku hêzên girêdayî Îranê ji Sûrîyê vekişin.

Bolton da zanîn ku yekane şertê Amerîka bo çareserîya li Sûrîyê, vegera hêzên Îranê ye.