Dadgeha Bilind ya Brezîlî 8 Sal Qedexeya Beşdarbûna Hilbijartinê Da Bolsonaro

Dadgeha Bilind ya Hilbijartinê ya Brezîlî îro Înê qedexe kir ku serokê berê Jair Bolsonaro jibo hêşt salan têkeve hilbijartinan.

Dadgeheke Brezîlî sala borî, bi sedema ku wî erka xwe bi xirabî bi kar anîye Bolsonaro mahkûm kiribû.

Wî gotibû ku sindoqên ku di hilbijartinan de tên xebitandin hember dizên ser înternetê û sextekarîyên din bê parastin in û gotina wî wek biçûkxistina demokrasîya Brezîlî hatibû dîtin.

Li ber e ku parêzerên Bolsonaro dijî vê biryara serî li dadgeha pêdaçûnê bidin jiber ku ew îdia dikin ku gotinên wî ti bandor li ser hilbijartinan nekiriye.

Bolsonaro gotibû ku wî tenê qala sîstema hilbijartinê ya Brezîlya kiribû û armanca wî ne biçûkxistina sîstema hilbijartinê bû, lê dijberên wî bal dikşînin ku Bolsonaro ew gotin di dema kêbirkeya hilbijartinê ya dijî hevrikê xwe Inacio Lula da Silva kirine.

Ger dadgeha pêdaçûnê piştgirî bide wê biryarê Bolsonaro wê nikaribe têkeve hilbijartinên sala 2024 û 2028’an.