Amerîka Dibêje Ti Peywendîya Wê bi Hewildana Derbeya Bolîvya re Tuneye

Luis Arce serokê Bolîvya li La Paz 26ê Hezîranê, 2024.

Qesira Sipî ragihand ku ti peywendîya Amerîka bi hewildana biserneketî ya derbeya Bolîvya ya hefteya borî re çênebûye.

Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre ji rojnamevana re got ku ti eleqeya Amerîka bi wê bûyerê re tuneye.

Jean-Pierre dîyar kir ku Washingtonê ew hewildana yekîneyên Bolîvya şermezar kiriye.

Hewildana derbeyê ji alîyê fermandarê payabilind yê berê yê welêt Juan Jose Zuniga ve hatibû bi rêve birin.

Zuniga îdia kiribû ku serokê welêt jibo zêdekirina popularîteya xwe ya ji wî xwestiye ku tiştekî bike.

Serokê Bolîvya Luis Arce ew îdia red kir û Zuniga hat girtin.

Jêder: Reuters