Nîjerya Wendabûna 110 Keçan Piştrast Kir

Malbata Keçek Wendabûyî Li Nîcrîya

Hikûmeta Nîjerya roja Yekşemê piştrast kir ku piştî êrîşek Boko Heram bo ser bajarokekî li bakurê rojhilata wî welatî, 110 keç wenda bûne.

Ew êrîşa Boko Heram li roja Duşema borî çêbû, lê karbidestan bêdengî ji wê bûyerê kiribûn.

Wezareta Agahîyan ya Njeryayî dide zanîn ku ew keç ji Zanîngeha Zanist û Teknînkî ya hikûmetî li bajarokê Dapçî ya wîlayeta Yobe dîyar neman, piştî çekdrên Boko Heram roja Duşema borî dest bi ser xwendingeha wan de girtin.

Serokê Nîjerya Muhammadu Buharî roja Yekşemê got ku bo lêgerînê li pey wan keçan, firoke û serbazên zêdetir berev wê herêm hatine hinartin.

Karbidestan li destpêkê wendabûna wan keçan red kiribûn, û digotin piştî êrîşa Boko Heram wan xwe di nav daristanê de veşartine.