Keştîyeke ku bi sedan kesên penaxwaz lê siwar bûbûn do Çarşemê, di ava Deryaya Sipî de binav bû û çarenivîsa gelek Kurd û Sûrîyên tê de hinda ye.
Medyaya Sûrî ragihand ku di nava siwarên keştîyê de, bi dehan welatîyê Sûrî hene ku piranîya wan ji Deraa ya başûrê Sûrîyê û herwiha ji Kobanê ne.
Li gor agahîyên Dengê Amerîka bi dest xistine, hejmara kesên ji Kobanê li keştîyê siwar bûbûn 35 kes in, ku tenê 5 ji wan hatine rizgar kirin û çarenivîsa yên din hinda ye.
Herwiha navên du kesan ji yên rizgarbûyî hatiye zanîn, ew jî: Rexîyan Adil Ehmed ji gundê Korelî (22 salî) û Azad Farûq Mihemed ji gundê Qeremox (21 salî), ku ew her du niha li Atîna paytexta Yunanistanê ne.
Birayê rizgarbûyekî ji Dengê Amerîka re da zanîn ku keştî roja Înê ji beravên herêma Tibruq li Lîbyayê bi rê ketibû.
"Gemî dixwest bigihêje beravên Îtalya, lê keştîyê berî ku li beramberî bajarê Pylos yê Yunanî noq bibe, di nava ava navdewletî de rêya xwe hinda kiriye. ”
Herwiha îdîa kir ku, “Ewlekarîya beravan yên Îtalî û Yonanê ti bersiv nedane hawarên rizgarkirinê yên ku keştîyê banga wan kiribû”.
Karbidestên Yunanî ji çapemenîyê re ragihand ku 104 kes ji rêwîyên keştîyê hatine rizgar kirin, herwiha termên 78 kesên xeniqî jî hatine derxistin.
Herwiha çarenivîsa rêwîyên din ta niha nayê zanîn, loma tirs heye ku hejmara kesên mirî bigihêje 500 kesan.
Li gor kesên rizgarbûyî tê texmîn kirin ku li keştîyê nêzî 750 penaxwaz hebûne ku di nav wan de jin û zarok jî hebûne.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) di sala 2022an de, mirina 3 hezar û 800 kesan li ser rêya koçberîyê ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa belge kiribûn.
Hêjayî gotinê ye ku jiber sedemên aborî û ewlehî pêla koçberîyê ji Sûrîyê û Rojava berdewam dike.
Herwiha gelek bûyerên noqbûna Kurdên Sûrîyê li ser rêya koçberîyê hatine belge kirin û malabtên qurbanîyan qaçaxcîyan bi xapandina penaxwazan tawanbar dikin.
Deh roj berê hatibû ragihandin ku keştîyeke 26 kesî, ku 17 ji wan Kurdên ji Kobanê û Efrînê bûn, li berava Cezayîrê binav bûbû û 16 Kurd xeniqîbûn û tenê ciwanekî 17 salî rizgar bûbû.
Your browser doesn’t support HTML5