Blinken Dê Serdana Endonezya û Malezya Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dê di hefteya pêş de serdana Endonezya û Malezya bike.

Reutersê da zanîn ku Çîn di demên dawî de bandora xwe ya li rojhilata başûrê Asya zêde dike û dîyar kir ku Blinken dê bo rê li ber wê hewildanê bigire here Endonezya û Malezya.

Berpirsê Karên Amerîka û Ewrupa yê Endonezya I Gede Ngurah Swajaya got ku Blinken dê di 13 û 14’ê Berfanbarê de li Cakarta be û dîyar kir ku berî wî jî du karbidestên payabiind yê Amerîka serdana paytextê kirine.

Du jêderên dîplomatîk yên ku nexwestin navên wan eşkere bibin dibêjin çaverê ye Blinken di 14 û 15’ê Berfanbarê de jî li Malezya danûstandinan bike.

Ngurah dîyar kir ku Blinken dê li Endonezya ser saxlemî, aborî û binesazîyê axaftinekê bike.

Blinken dê di 9’ê Berfanbarê de bi awayekî onlayn beşdarî Foruma Demokrasî ya Balî bibe.

Hîn ne dîyar e ku ka Blinken wê li herêmê serdana welatên din bike yan ne.

Berdevikekî Balyozxaneya Amerîka ya li Cakarta nexwest ku ser vê mijarê ti şiroveyê bike.

Blinken di meha Îlonê de gava li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi wezîrên derve yên Asya Rojhilata Başûr kom bûbû gotibû ewê bo herêma Hînt Pasîfîk stratejîyeke nû ragihînin ku wê herêmê azad, vekirî û ewle dike.

Wezîra Bazirganî Gina Raiomondo jî di meha Mijdarê de serdana herêmê kiribû.