Blinken: Putin Hemî Pêşnîyarên Me Red Kirin

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtaya wî ya Brîtanî bi hev re preskonferansek li dar xistin.

Her du wezîr bi taybetî ser şerê Rûsya û Ukrayna axifîn.

Blinken dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin hemî pêşnîyazên Amerîka red kirine ku rê li ber kêşeyê girtine.

Wî da zanîn ku çi çaxa derfetên çareserîyê çêbûne, Putin bi ya xwe kiriye û di ‘’rêka xirab’’ de çûye.

Wezîrê Derve yê Amerîka dîyar kir ku ger Rûsya bixwaze li Ukrayna rejîma xwe çêke ewê alozî gurtir bibe û pirtir xwîn birije.

Blinken bi berdewamî da zanîn ku Rûsya nahêle ku sîvîlên li Ukrayna bi awayekî ewle derkevin.

Wî herwiha pêşnîyaza Moskowê ya ser korîdorên li Rûsya û Belarûsê vedibûn jî rexne kir.

Moskowê di serê hefteyê de gotibû ku sîvîlên dixwazin ji Ukrayna derkevin, dikarin derbazî Belarûs û Rûsya bibin.

Wezîra Derve ya Brîtanya Liz Truss jî dîyar kir ku ew dixwazin Rûsya ji sîstema SWIFTê bi temamî derxin.

Truss got heta Putin li Ukrayna têk diçe û heta ew welat serxwebûna xwe jinûve ava dike ewê xebatên xwe bidomînin.