Blinken Dibêje Bernama Navokî Ya Îranê bi Lavrov re Gotûbêj Kirîye

Wezîrê derev yê Amerîka Antony Blinken û hevpîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov

PARIS, Reuters 6ê Oktoberê, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Çarşemê ragihand ku bi zimanê Rûsî ew li gel hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov li ser vegerîna Îranê bo hevkariya bi hêzên navnetewî re derbarê peymana navokî axiftîye.

Blinken day zanîn ku her du welatan Amerîka û Rûsya berjewendiyek hevbeş di vê meselê de heye û got "ُEz dibînim ku Amerîka û Rûsya dîtineke hevpar heye jibo giringî dan bi cardî vegerîna jibo (JCPOA) Plana hevkariya Berfireh ya Hevpar heye û ew delîve dabû me ku têbiniyên li ciyê em gihabûnê bidîn berhev û ciyê ku em hêvî dikin bigehînê". Blinken ev yek di preskonferansekê de gote rojnamevanan li Paris.

Blinken di beşekî preskonferans li Paris de bal kişande ser nerihetiya Amerîka li hember tevgeriyanên leşkerî yên Çînê li êzîk Taywan.

Blinken got ew çalakiyn Çînê dikarin bibin sedema jinabirina tenhaiya li herêmê û hîjî zêdetir û got" "Em bi tundî hişyariyê didîn Pekînê ku çalakiyên xwe yên leşkerî, dîplomatîk û zextên zorî yênekonomî li hember Taywanê rawestîne". Blinken di preskonfransê de dîsan got pabendiya Washingtonbi Taywanê re"Gelek qahîme."

Her ji Paris îro Çarşemê wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian ji Paris ragihand ku aloziyên welatê wî bi Amerîka re derbarê derketina ji girêbesta kirîna gemîyên cengê yên jêr av cidîye û hêjî nehatiye çareser kirin.