Blinken li Paris bi Germî Nayê Pêşwazî Kirin

Wezîrê Derve Yê Fransa Jean-Yves Le Drian Û civîna li gel Wezîrê Derve Yê Amerîka Antony Blinken, Paris 05 10 2021

Wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken yê naskirî ku hez ji Fransa û kultura Fransî dike roja Sêşemê gehişte Parîs, lê jiber alozî û krîza ku ti carekê weha nebûye ya di anvbera her du welatan de dê bi germî neyê pêşwazî kirin, pêçewaneyî serdana wî ya meha Hezîrana borî ku weke hevalek hatbû pêşwazî kirin.

Di serdanê de dê du rojan di çarçova Rêxistina Navnetewî ya Hevkarî Û Geşepêdanê de di warê aborî de danûstandin pêk bînin û heta Çarşemê dê dom bikin.

Sibeya roja Sêşemê wezîrê derve yê bihêztirîn welat li cîhanê bi serdanekê rabû, ku ji aliyê hevpîşeyê wî yê Fransî Jean-Yves Le Drian ve dê ête pêşwazî kirin û paşî serokê Fransa Emmanuel Macron dê wî bibîne.

Armanc ji wan hevdîtina "destnîşan kirina qonaxan e" jibo "Rê bide ku bawerî vegere" û weke Fransa zelal kirî ku "derketina ji kirîzê dê demek dirêj bikêşe û pêwîstî bi kar heye".

Ji aliyê xwe ve Washington jî derbirîn ji helwesteke hevşêwe kir û soza "karekî zelal kir" da ku aştbûneke binecî di navbera her du welatan de çî bibe.

Şanderê Amerîkî yê taybet bi Klîmayê û wezîrê derve yê berê yê Amerîka John Kerry dema êvariya Duşemê gihabû Parîs soza dilrihetiyê dabû û gotbû pirs "Bûyerekeو nêzîk dê jê derbaz bibin", û bo kenalê BFM TV êvariya Duşemê axift û tekez kir ku mesele ne "xiyanet" bû belkî ew "Hev famkirinek kêm bû".

Alozî di navbera Amerîka û Fransa de, li nîbva meha Îlonê derketin, dema ku serokê Amerîka Joe Biden ragihandî ku wan hevpeymaniyek stratejî nû li gel Austuralya û Brîtanya jibo herêma oqyanusa Hindî û Pasafîk encam daye, jibo bersing girtina Çînê ku karê herî pêşîne.

Li gor hevpeymaniya nû ku bi "AUKUS" tê naskirin, Austuralya ji girêbestek mezin ya kirîna gemiyên cengê yên jêrav ji Fransa lêve bûbû, ev bû ku bûye sedema hêrisbûna Paris ku kêm caran tiştek weha di navbera wan welatan de rûdaye.