Blinken û Wezîrê Derve yê Saudî Ser Bernameya Navokî ya Îranê Axifîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hemtayê wî yê Saudî Prens Faysal bîn Ferhan el Saud li Washingtonê kom bûne.

Reutersê da zanîn ku Blinken û el Saud ser bernameya navokî ya Îranê û hevdîtinên navneteweyî yên ser wê bernameyê danûstandin kirine.

El Saud ji Twitterê dîyar kir ku ew bi Blinken re ser hevalbendîya stratejîk û başkirina hevkarîyê axifîne û got ew derbarê fikar û berjewendîyên hevbeş peyivîne.

Wezareta Derve ya Erebistana Saudî ragihand ku el Saud bi Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Îranê Robert Malley re jî axifîye.

Li gor daxuyanîya wezaretê el Saud û Malley li hev kirine ku li hember Îran ya peymana navokî binpê dike hewildanên hevbeş zêdetir bikin.